Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP'ê Beştaş: Kuştina Kurdan li Tirkîyê Bê Ceza Dimîne


Kemal Kurkut
Kemal Kurkut

Roja Sêşemê doza Kemal Kurkut li Amedê bi dawî bû û ji doza ku sê salan dewam kir, polîsê gumanbar beraat kir.

Cîgira Seroka HDP’ê Meral Daniş Beştaş biryara dadgehê bi daxuyanîyekê şermezar kir.

''Ev dadgeh bûne cîyên bêedaletiyê. 'Dema ku sucek li dijî Kurdan were kirin, ji van dadgehan kujer rûsipî tên derxistin. Gelê Kurd sed sal in ku hewil dide kuştinên xwe îzbat bike, lê mixabin nikarin. Kemal li ber çavên sedan kesan, li ber kamerayan hate kuştin, lê li vê dadgehê kuştina wî nehate îzbat kirin.”

Beştaş bal kişand ku li Tirkîyê dozeke ku ser kuştina Kurdan vebûye, biryareke cezakirinê dernakeve, lê bi hecêta heqareta dijî serokomar, cezayên zindanê tê dayîn.

“Ger hun li vî welatî Kurd bin jibo we adalet tuneye, hiqûq tuneye.''

Hêjayî bîrxistinê ye ku xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê 22 salî, jibo beşdarê Newroz 2017’an bibe, ji Meletî hatibû Amedê. Lê ew di cîyê lêgerîna polîsan de, bi destê polîsan hatibû kuştin. Walîtîya Amedê di daxuyanîya xwe de îdia kiribû ku li ser Kemal bombe hebûye û ewê xwe bipeqanda.

Lê bi dîmenên rojnamevan Apo Gok xuya bûbû ku Kemal nîvtazî bûye û ji noqteya polîsan dibeze û polîsan bi demançeyan gule berdidin ser xortê Kurd.

KHF_Meral Daniş_Kemal_Kurkut_19_11_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

XS
SM
MD
LG