Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedran Çîyakurd: Em Beşdarî Hilcivîna Soçî Nabin


Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser ya Kantona Cezîrê Bedran Çîyakurd ji Reuters’ê re ragihand ku ewê beşdarî Hilcivîna Soçî nebin.

Hilcivîna Soçî, ku ji alîyê Rûsya tê birêve birin, dê di 29-30'ê Çileyê de li dar keve.

Çîyakurd dîyar kir ku hîn ti vexwendinên fermî negihêştiye ber deste wan û da zanîn ku ger ew werin vexwendin jî ‘’nabe ku ew di bin siya êrîşên hovane yên dijî Efrînê de’’ beşdarî civînê bibin.

Bo Hilcivîna Soçî, ku armanca wê bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûrîyê ye, karbidestên rêvebirîya xweser dîyar kiribûn ku ger ew werin vexwendin ewê beşdarî hilcivînê bibin.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek basekeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û naxwaze ku Kurdên li bakurê Sûrîyê beşdarî hilcivînê bibin.

XS
SM
MD
LG