Lînkên eksesibilîtî

Bedran Çîyakurd: Heta ku Kurd Beşdarî Civînên Ser Sûrîyê Nebin Çareserî Çênabe


Kurdên Qamişlo, Tirkîyê jiber bombekirina Efrînê protesto dikin

Şîretvanê Rêvebirîya Xweser ya Bakurê Sûrîyê Bedran Çîyakurd di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku heta ku Kurd beşdarî civînên ser siberoja Sûrîyê nebin, ewê ti çareserî çênebe.

Karbidestên Rûsya dîyar kiribû ku bo çareserîya siyasî ya Sûrîyê gotûbêj bikin, hazirîya konferanseke berfireh ya bi pirneteweyî dikin.

‘’Li Cenevre, Moskow, Qahîre û Astana gelek civîn ser siberoja Sûrîyê çêbûn. Kurd û pêkhateyên din yên li bakurê Sûrîyê tevlî van civînan nebûn. Jibo vê yekê danûstandinên li wan civînan bê encam man’’ Çîyakurd got.

Çîyakurd da zanîn ku ‘’bi taybetî’’ Tirkîye jiber ‘’berjewendîyên xwe yên dagirkerîyê’’ dixwaze rê li Kurdan bigire ku tevlî civînên çareserîya Sûrîyê nebin.

Şîretvanê Rêvebirîya Xweser dîyar kir ku li bakurê Sûriyê hêzeke leşkerî û siyasî heye û wan di têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) rolekî girîng lîstiye.

Çîyakurd da zanîn ku ew wek rêvebiriya xweser ji alîyê Rûsya ve bi awayekî fermî bo konferansê hatine vexwendin, ew vê yekê erênî dibînin û piştgirîyê didin hemî hewildanên çareserîya bi rêkên dîyalogê.

Çîyakurd dîyar kir ku ger Rûsya bi şûnde gav biavêje ewê tenê ‘’Tirkîyê û hevalbendên wê DAIŞ û Cephetul Nusra ji vê fayde bibîne’’ Wî da zanîn ku ‘’jibo Kurd nebin xwedî bandor ew dixwazin bakurê Sûrîyê têxin nav şerekî demdirêj û xwînî’’

Şîretvanê Rêvebirîya Xweser got ku Amerîka û Rûsya jî bo siberoja Sûrîyê li hev kirine û ger pêkhateyên wî welatî jî li hev bikin ewê di navbera her du dewlet de ser vê mijarê ti nakokî çênebe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG