Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Lubnanî bi Tundî Hizbullah Rexne Dikin

Bi çend demjimêran piştî zêdebûna aloziyên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, karbidestên Lubnanê êrîşa Muşekên Hizbullahê şermezar kirin û ragihandin ku dê li dijî wan pêngavên qanûnî destpê bikin.

Hizbullah di destpêkê de gotibû ku ewê bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê bide.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim di daxuyaniyekê de got, "Emê erkê xwe derbarî van zêdegavîyan cê bi cê dikin."

Wî got, “Ewa Îsraîl bi şeş mûşek û dronan bombebaran kirin, wekî tolhidan li ser kuştin a Xameneyî".

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê di destpêkê de ragihand ku 31 kes hatine kuştin û 149 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragehand, ku di êrîşeke de bi ser Beyrûtê li başûrê Lubnanê de endamekî blind yê Hizbullahê û du endamên hêza “Taybet a Remezanê” kuştin. Rojnameya Jerusalem Post ragihand, ku endamê parlamanê Lubnanê Mihemed Raad, serokê fraksiyona Hizbullahê, di êrîşê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê got, ku ewê Hizbullah a Lubnanê wêran bike û berpisyare li ser zêdebûna aloziyan e.

XS
SM
MD
LG