Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandinekê de li Beyrûtê Pevçûn Çê Dibe; Kuştî û Birîndar Hene


Bi kêmî pênc kes îro Pêncşemê hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn li dema xwepêşandinekê li Beyrûta paytexta Libnanê ji alîyê grûpa mîlîtan ya Hizbullah û hevalbendên wê li dijî dadwerê ku teqîna sala borî li Beyrûtê vekolîn dike.

Li gor Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan, di pevçûnan de demançe, kalaşînkov û bombeyên hinarok hatin bikar anîn.

Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî daxuyanîyek derxist, tê de bang li welatîyan kir ku nekevin nav şerê sivîl.

Xwepêşandina li pêş Qesra Dadwerîyê ji alîyê Hizbullah û hevalbendên wê hate lidar xistin. Hizbullah daxwaz dike ku dadwer Tariq Bîtar ji serkêşîya vekolîna doza teqîna bênderê were rakirin.

Li 4ê Tebaxa sala 2020'an, bi sedan tonên madeya kîmyayî ya nitratên amoniyomê teqîya û di encamê de bi kêmî 215 kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn. Gelek taxên derdora bênderê jî jiber wê teqîna bihêz wêran bûn.

Hizbullah dadwerê vekolînê bi wê yekê tawanbar dike ku ew tenê siyasetvanên girêdayî Hizbullah jibo lêpirsînê dike armanc.

Lê heta niha ti karbidestên ser bi Hizbullah ve di vekolînê de nehatine tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG