Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî de li Nêzîk Bêcî 7 Leşkerên Îraqî Tên Kuştin


Çavkaniyên ewlekarîya Îraqê ragihandin ku, roja Çarşemê êrîşek xwekujî li bingeheke leşkerî li nêzîk bajarê Bêcî pêk hatîye, di encam de 7 leşker hatine kuştin, Bêcî herêmeke li bakurê Îraqê ku, çekdarên DAIŞ'ê, li bilindayî û çiyayên dewrûber xwe veşartine.

Berpirsên ewlekarîya Îraqê dan zanîn ku, nêzîkî 5 çekdaran êrîşî avahiyekî kirine ku leşker û polîsên Îraqî lê dimînin.

Efserê Îraqî Mohamed al Asadî dibêje yek ji çekdaran xwe gihandiye ber derê avahî û xwe teqandîye, çarên din jî bo demê 3 seatan ligel zêrevanên avahî şer kirine, di encam de, 4 çekdar hatine kuştin.

Dewleta Îslamê "DAIŞ", li Îraqê meha bûrî rastî şikestinek mezin hat, piştî bajarê Mûsil ji aliyê leşkerên Îraqê û piştevaniya hevpeymanan hatî rizgar kirin, Mûsil bingeha sereke ya DAIŞ'ê bû.

Çekdarên DAIŞ'ê herçende li Îraqê gelek cî jidest dane, lê dîsan hin bajarok û herêmên sersînor di dest çekdarên wê de mane.

XS
SM
MD
LG