Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tikhanovskaya: Wê Ti Kes Bêrîya Rêberê Koma Wagnerê 'Prigozhin' Neke


Svetlana Tikhanovskaya
Svetlana Tikhanovskaya

Rêbera opozîsyona Belarûsî Svetlana Tikhanovskaya got ku wê ti kes bêrîya Rêberê Koma Wagnerê Prigozhin neke.

Tê texmîn kirin ku Yevgeny Prigozhin, li Rûsya bi ketina firokekê canê xwe ji dest daye.

Hin çekdarên Koma Wagnerê piştî serîrakirina demkurt ya li Rûsya derbazî Belarûsê bûbûn.

Tikhanovskaya ji medyaya civakî got ku Prigozhin tawanbar bû.

‘’Ew kujerek bû û divê tim wisa were bîra herkesî.’’

Wê dîyar kir ku bi mirina Prigozhin re dibe ku Koma Wagner ji Belarûsê here û gefên bi wê re çêbûne kêmtir bibin.

Rosaviatsia dîyar dike ku firok doh Çarşemê li bakurê Moskowê ketiye 10 kesên têde canên xwe ji dest dane.

Li gor ragihandina Rosaviatsia, di lîsta navên rêwîyan de, navê Prigozhin û fermandarê Wagnerê Dmitry Utkin jî heye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG