Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka 3 Kes bi Peywendîya Rêxistieneke Terorîst Desteser Dike


Dozgerên federalî yên Brukselê îro Duşemê dibêjin ku hember 3 kesan doz hatiye vekirin, bi dema ku peywendîya wan rêxistineke terorîstî heye.

Daxuyanîya dozgerîyê dide zanîn ku kesê çaran jî hatibû desteser kirin, lê ew roja Yekşemê hatiye berdan.

Desteserkirina wan kesan piştî êrîşên hefteya borî tên ku 4 ji wan Amerîkî, 35 kes tê de hatibûn kuştin.

Navê kesên ku doz li hember hatine vekirin Yassine A., Mohamed B. û Aboubaker O ne û ti agahîyên din li ser wan nehatine dayîn ku rola wan di êrîşên hefteya çûyî de heye yan ne. Karbidestan herwiha wêneyên wan kesan jî parve nekirin.

XS
SM
MD
LG