Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka Hişyar E ku Pirtir Endamên DAIŞ'ê bo Kiryaran Vegerin Welêt


Karbidestên Belçîkî dibêjin, li gor delîlên destê wan, pirtir tevlîbûyên DAIŞ'ê hewil didin ku bo kiryaran vegerin Ewrupa.

Serokê Navenda Krîzan ya Belçîka Paul Van Tigchelt ji televîzyona RTFB re çend daxuyanîyên girîng dan.

Wî got, îstixbaratên wan nîşan didin ku terorîstên bîyanî li Sûrîyê bo pêkanîna kiryarên terorîstî dixwazin vegerin Belçîka û welatên din yên Ewrupî.

Piştî êrîşên meha borî ku 32 kes tê de hatibûn kuştin, Belçîka di asta bilind ya hişyarî de ye. Tigchelt dîyar kir ku gefa terorîstan li ser Belçîka hîn jî bi xurtî berdewam e.

XS
SM
MD
LG