Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Belçîka: Jiber Puigdemont li Welatê Me Ti Kêşe Çênebûye


Serokwezîrê Belçîka Charles Michel dîyar kir ku jiber rêberê Katalan Carles Puigdemont li welatê wan ti kêşe çênebûye.

Ser piştgirîya serxwebûna Katalonya ya hin endamên meclîsa Belçîka, Michel parlamenter hişyar kirin.

‘’Wek hemî hemwelatîyên Ewrupa, Carles Puigdemont jî dê li pêş hiqûqê hesabê tiştên kirî bide. Wek herkesî hin maf û berpirsîyên wî jî hene. Li Îspanya kêşeyeke siyasî heye, lê ne li Belçîka.’’ Charles got.

Hikûmeta navendî ya Îspanya, dest danî ser rêvebirîya xweser ya Katalonya û dîyar kir ku dê di 21’ê Berfanbarê de li wê hêrêmê hilbijartinên pêşwext li dar kevin.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy da zanîn ku rêberekî herêmî nikare bêje ku ‘’ti hikmê qanûna bingehîn li ser axa me tune û sexwebûneke yekalî li herêma xwe ragihîne’’

Qanûna Bingehîn ya Îspanya, biryara serxwebûnê ya li parlamentoya herêmî ya Katalonya, k udi 27’ê Cotmehê de pejirandibû, betal kir.

Puigdemont, ji ser hesabên xwe yên sosyal medya ragihand ku ewê jiber gefan serê xwe netewînin û ti carî dev ji serxwebûna Katalonya bernedin.

XS
SM
MD
LG