Karbidestên Tirk ragihand ku di binavbûna belemekê de 5 ji wan zarok, 9 penaxwazên neqanûnî kes li bajarokê Ayvalik ya Balikesîrê hatine kuştin.
Karbidestan da zanîn ku di bûyerê de 5 penaxwaz hatine rizgar kirin û lêgerîna 3 kesên hinda jî didome.
Karbidestan dîyar kir ku bi giştî 17 penaxwaz hewil dida ku bi rêya belemê xwe bîgehînin Yunanistanê û ji wir jî herin welatên din yên Ewrupî.
Tirkîye bûye derbazgeha serekî ya penaxwazên ku ji Rojhilata Navîn, Afrîqa û herêmên din yên cîhanê tên û dixwazin herin welatên Ewrupa.