Li Duhokê komake gencan ya bi navê Bender dest bi wergerandina pirtûkan kir.
Endamên Benderê heta niha 5 pirtûk amade kirine ku ji wan çar ji Erebî û yek jî ji Îngîlîzî hatine wergerandin.
Endamên komê pênc pirtûkên wergerandî îmza kirin û ji Pirtûkxaneya Bedirxanîyan ya li Duhokê dîyarî kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha li Duhokê ti weşanxane û sazîyên wergerandinê tunebûn loma valahîyeke mezin di warê jêderên Kurmancî de hebû.