Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîkî Amanda Bennett Wekî Berpirsa USAGM Erê Dike


Amanda Bennett.

Civata Senatoya Amerîkî roja Pêncşemê berbijara Serok Joe Biden jibo posta seroktîya Ajansa Amerîka ya Medyaya Cîhanî (USAGM) erê kir.

Amanda Bennett, ku demekê rêvebira giştî ya Dengê Amerîka bû, êdî bo sê salan dê USAGM birêve bibe. Dengê Amerîka jî beşek ji USAGM e.

Di Senatoya ku di destê Demokratan de ye, dengdana derbarê danîna Bennett bi 60-36 ji elsê 100 senatoran bidawî bû. Piştî dengdanê, berpirsa demkî ya USAGM Kelu Chao pesnê Bennett da û got ku ew xwedî ezmûneke baş e hem wekî rojnamevan û hem jî wekî berpirs.

Hêjayî gotinê ye ku Amanda Bennett ji sala 2016’an ve heta Hezîrana 2020’an wekî rêvebira Dengê Amerîka kar kiriye.

Ji bilî Dengê Amerîka, USAGM herwiha serpereştîya Radyoya Ewrupa ya Azad, Radyoya Asya ya Azad, Toreyên Weşana Rojhilata Navîn (MBN) û Ofîsa Weşana Kûbayê dike.

XS
SM
MD
LG