Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Wezîrên Amerîkî Hikûmeta Nû ya Îsraîlê Pîroz Dikin


Serokê Amerîka Joe Biden hikûmeta nû ya Îsraîlê pîroz kir û dîyar kir ku ewê hevkarîya bi wî welatî re bidomînin.

Biden bi daxuyanîyekê bêyî ku navê Benjamin Netanyahu yê piştî 12 salan ji desthilatê hatiye gêrkirin bide, koalîsyona bi pêşengîya Naftali Bennett yê neteweperwer pîroz kir.

Qesira Sipî ragihand ku Biden bo ‘’bi awayekî germ pîroz bike’’ roja Yekşemê bi Bennett re axifîye.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Bennett li hev kirine ku ser xurtkirina hevkarîyê, ewlekarîya herêmî û Îranê danûstandinê berfireh bikin.

Biden di daxuyanîyên berê de jî dabû zanîn ku ewê bo îstiqrar, aştî û ewlekarîya Îsraîlî û Filistînîyan bi hikûmeta nû re bixebitin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serok Biden, piştî di 20’ê Rêbendanê de hatibû ser kar, bi qasî mehekê bi Netanyahu re neaxifîbû.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û Wezîrê Derve Antony Blinken jî hevtayên xwe yên di hikûmeta nû ya Îsraîlê de pîroz kirin.

Bennett, ku berê wezîrîya berevanîyê kiriye û dewlemendekî Îsraîlê ye, li hember 59 dengan bi 60 dengên li parlamanê bi ser ket.

Wî hevkarî bi partîyên çepgir, rastgir, navendî û Ereb re çêkiriye û dibe ku ew koalîsyon hilweşe..

Netanyahu, ku bi 12 salan herî zêde ew li desthilata Îsraîlê maye, dibêje ku ewê di demeke nêz de dîsa vegerin û bi ser kevin.

XS
SM
MD
LG