Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bennett Dibêje Ew Ne Dijî Peymana Navokî Ne


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro Sêşemê dîyar kir ku ew ne dijî peymana navokî ya bi Îranê re lê bang li hêzên cîhanê kir ku dijî Tehranê bi awayekî xurt bisekinin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Bennett di ser çîrokeke navdar ya zarokan re, ku têde karekterekî muxalîf heye, gotiye ‘’Em ne hirçê dibêje na û na ne.’’

Bennett da zanîn ku bala wan li ser encama peymana navokî ye.

‘’Bêguman ew dikare peymaneke rind be. Bêguman. Em parametreyan dizanin. Bi dînamîkên niha hene çaverê ye ku tiştekî wisa çêbe? Na. Çinku divê pozîsyonên xurttir çêbin.’’ Bennett got.

Wî dîyar kir ku Îran bi destekî qels danûstandinê dike û da zanîn ku cîhan wê wek ku ‘’pir xurt’’ e dihesibîne.

Amerîka û Îran li Vîyana bi danûstandinên ne rastexwe danûstandinên ser peymana navokî didomînin.

XS
SM
MD
LG