Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerî bo Rojnamevan Berîtan Canozer 15 Sal Cezayê Zindanê Dixwaze


Peyamhinêra ajansa Jinnewsê Berîtan Canozer bi îdîaya endamtîya rêxistina terorê tê dad kirin û rûniştina doza wê îro Çarşemê, li Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an li Amedê hat dîtin.

Dozger, îddiaya "endama rêxistina terorê ye" xwest ku heta 15 salan cezayê zindanê li Canozere were birîn.

Rûniştina dozê jibo meha 12an hat paşxistin.

Doz li ser lêpirînsek di dema şerê Surê de hat vekirin û 4 kes li dijî Berîtanê îfade dane.

“Encama vê dozê çaw dibe bila bibe, ez dest ji karê xwe bernadim. Bi cezayê salan dixwazin çavê min bitirsînin,” Canozeregot.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji hevpeyvîna bi Canzore li ser fayla deng guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG