Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê KCD'ê Ozturk: Gelek Kes Piştgirî Didin Qerîna Leyla Guven


Partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl derbarê greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Amedê daxuyanîyek weşand.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bi bîr xist ku hevseroka KCD'ê û parlamantera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jibo ku tecrîda ser Ocalan were rakirin, 29 roj berê dest bi greva birçîbûnê kir.

Ozturk dîyar kir ku tecrîda ser Ocalan tê meşandin, li dijî mafên bingehîn e dijî mirovahî ye. Wî da zanîn ku Guven jibo ku tecrîda ser Ocalan were rakirin, 29 roj berê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Ozturk got ku rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmrali, ji sala 2015'an heta niha nikare bi parêzer, malbat û şandeyên re ti pêwendî dayine, mafên ragihandin, telefon, name û faks hatine qedexe kirin.

"Ev qêrîn û raperîn dê gur bibe û îhtîmal e ku bigehê asteke xeternak û bandorê li pir kesan bike. Ev greva ku Guven serkêşî dike û bi gelek girtî, sîyasetvan û aktîvîstan tê meşandin, daxwaza pêkanîna pîvanên hiqûqî yên bingehîn e. Daxwaza rakirina tecrîdê û daxwazeke mirovane ye."

KHF_12_06_2018_Bedran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG