Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Parlamanterê HDP'ê Berdan Ozturk jiber Pula Kurdistanê Lêpirsîn Hate Vekirin


Berdan Ozturk
Berdan Ozturk

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, derheqa parlamanterê HDP’ê yê Agirî Berdan Ozturk, bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” doz vekir.

Li Herêma Kurdistanê pula bi nexşeya Kurdistanê û wêneya Papa Francis di rojeva Tirkîyê de cîyekî berfireh girt.

Parlamanterê HDP’ê Berdan Ozturk di daxuyanîyeke xwe de ev pul nîrxandibû û gotibû ku li ku derê dibe bila bibe nexşe nîrxê wan e.

“Me her gav nîrxên Kurd û Kurdistanê parastin. Emê her gav jî biparêzin. Li Hewlêrê nexşeya Kurdistanê ku li ser pula xelatê hatiye wêne kirin nîrxê me hemû Kurdan e. Erdnîgarîya ku em li ser dijîn jî navî wê Kurdistan e. Ev ne kifşeke nû ye jî û 5 hezar sal in ku em li ser vê erdnîgarîyê dijîn.”

Serdozgerîya Komarî di daxuyanîya xwe de ev pul bi bîr xist û li ser daxuyanîya Ozturk jî ragihand ku lêpirsîn daye destpê kirin.

Ozturk ji Dengê Amerîka re got ku wan rastîyek anî ziman û ewê heta dawîyê jî li pişt vê rastîyê ne.

“Di vê pulê de cîyê ku hatîye nîşandan axa Kurdistanê ye. Ji 5 hezar salan zêdetir e ku em li ser vê axê dijîn. Tirkîye dibêje ku ew naxwaze navê Kurdistanê bibihîse û ew ji dijmintîya hember Kurdan e.”

Ozturk bawer dike ku Tirkîye ji rastîya Kurdan ditirse û ev lêpirsîn jî nîşaneya wê yekê ye.

“Dema yek bêje Kurdistan, bi ya wan ew kes terorîst e. Berî her tiştî ew hebûna Kurdan qebûl nakin, loma jî heke kesekî navê Kurdan bîne ser zarê xwe wî bi terorîsmê tewanbar dikin. Lê ew çi dibên bila bibên, em li ser gotina xwe ne û emê gotina xwe dîsa jî bidomînin.”

Parlamanterê HDP’ê destpêkirina vê lêpirsînê wek tiştekî erênî dibîne jiber ku rastîya Kurdistanê careke din piştrast bûye..

ED_15_03_2021_Bedran_Ozturk.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG