Jêdereke polîsên Almanî ji AFP re got ku herî kêm 6 kes di êrîşeke gulebarandinê de li bajarê Munîh hatine kuştin û 3 êrîşvan ji alîyê polîsan ve têne lêgerandin.
Berdevka polîsan got ku 3 kes êrîş pêk anîne û 6 kuştî û birîndar hene, lê wê agahîyên zelaltir nedan.
Karbidest heta niha nizanin ku sedema êrîşamn çi ye û ew êrîş kiryareke terorîstî ye yan ne. Piştî êrîşên li Fransa û Belçîka hêzên ewlekarî yên gelek welatên Ewrupî di asta hişyarî de ne.