Rojnameya New York Times îdia kir ku rêvebirîya Trump bo Wezareta Berevanî ya Amerîka, Senatorê Demokrat yê berê Jim Webb difikire.
New York Times, ji zarê jêderên ku navên wan eşkere nekir dîyar kir ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Sekreterê Giştî yê Qesira Sipî Mick Mulvaney bi Webb re axifîne.
Li gor nûçeyê, karbidestekî payabilind yê Wezareta Berevanî jî piştrast kiriye ku Webb, ji alîyê Qesira Sipî ve bo wê wezaretê tê fikirîn.
Wezîrê Berevanî Jim Mattis roja Sêşemê dest ji karê xwe berda. Mattis, piştî biryara Trump ya ser vekişîna ji Sûrîyê karvekişîna xwe ragihandibû.
Trump, li şûna Mattis bi awayekî demkî Cîgirê Wezîrê Berevanî Patrick Shanahan erkdar kiribû.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku Qesira Sipî, li şûna Mattis xêncî Webb li ser Senatorên Komarî, Tom Cotton, Lindsey Graham û Seantorê Komarî yê berê Jim Talent jî difikire.
Webb yê 72 salî, ku nivîskar û derhêner e jî, beşdarî Şerê Vîetnamê bûye û artêşê nîşane daye wî.