Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hejmarek Bergumanên Darbeya Leşkerî Digere


Kesên ku bi gumana cîhgirtina hewila darbeya leşkerî hatine girtin (Arşîv)
Kesên ku bi gumana cîhgirtina hewila darbeya leşkerî hatine girtin (Arşîv)

Polîsên Tirk îro ragihand ku ew polîs, leşker û dozger jî nav de, li 144 endamên berguman yên tora Fetullah Gulen digerin ku Enqere bi plankirina hewila darbeya leşkerî ya sala borî tawanbar dike.

Di operasayonên ewlekarî de ku li 42 bajar hatine kirin, 35 ji 144 kesên daxwazkirî hatin binçav kirin. Kesên berguman programa ByLock ya şîfrekirî bi kar tanîn ku hikûmeta Tirkîyê dibêje alîgirên Gulen ew bername dixebitand.

Hikûmeta Tirkîye, zanayê olî Gulen ku ew 20 sal in li Amerîka dijî, wek plandanêrê darbeya leşkerî dibîne û îdia dike ku şoperên wî ketine nav dezgehên hikûmetê yên wek artêş, polîs û dadwerî ku dewletê bixin bin kontrola xwe.

Lêpirsîna ku ofîsa serdozgerîya Stenbolê bi rêve dibe, endamên Gulen yên nav artêşê dikir armanc, lê jimareke akadmeîsyen û parêzêr jî di nav kesên binçavkirî de hene.

XS
SM
MD
LG