Breaking News

Bergumanê Kuştina Xwendingehê li Fransayê di Dorpeça Polîsan de Hate Kuştin

Mohammed Merah, zilamê ku gumanbarê kuştina 7 kesên li bajarê Toulouse ya başûrê Fransayê îro Pêncşemê hate kuştin, piştî êrîşa polîsan ya ser mala wî.

Wezîrê Navxweyî yê Fransî Claude Gueant dibêje, komandoyên wan piştî rawestina 32 demjimêran, avêtin ser mala bergumanê 23 salî.

Bruêz Gueant dibêje, Mohammed Merah ji pencereya destşoyê xuya bû û dest bi gulebarandinê ki û hêzên wan jî neçar man ku xwe biparêzin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransî ragihand, di dawîyê de Merah sîlah di dest de, xwe ji pencerê avête xwarê û berdewam teqe li polîsan kir.

Claude Gueant got, polîsan çi destê wan hat kirin ku ku berguman bi zindî desteser bikin, lê di bizavên xwe de ser neketin.

XS
SM
MD
LG