Breaking News

Serokwezîrê Fransî: Sedem Tunebû ku Em Berî Kuştinkarîyê Berguman Desteser Bikin

Serokwezîrê Fransî Francois Fillon red kir ku hikûmeta wî dikaribû rê li ber kuştinkarîya tundrêyekî Misilman bigirta ku 7 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Fillon roja Înîyê di radyoya Fransî de got, tevî ku Mohamed Merah tuşî hîn tawanan bûye jî, ti sedem tunebûn ku karbidest şikê li wî bikin, kiryarên wî bişopînin û bizanin ku Merah dê êrîşeke wusa kujêr bikira.

Karbidestên Fransî radigihînin, dayik, bira û keçhevala birayê Merah vê gavê di girtîgehê de ne û vekolîna polîsan berdewam e ku bizabin Mohamed Merah tenê ew kiryar pêk anîye yan hevkarên wî jî hene.

XS
SM
MD
LG