Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih Serdana Xwe ya Tirkîyê Didomîne


Berham Salih û Recep Tayyîp Erdogan
Berham Salih û Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Îraqê Berhem Salih ku jibo serdaneke fermî do Sêşemê çûbû Tirkîyê, hevdîtinên xwe didomîne.

Salih bi hevtayê xwe yê Tirk, Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî û her du ser jimareke mijarên wek xurtkirina peywendîyên dualî peyîvîn.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Abdullah Kiran serdana Salih ya Tirkîyê dinirxîne û dibêje ku rojeva serokomarê Îraqê berjewendîyên Tirkan û Ereban e.

“Berhem Salih li gor dilê Tirkîyê bi rê ve diçe. Ew di hêlekê de di bin sîyaseta Îranê de ye û di hêla din de jî li gor sîyaseta Tirkîyê rêyek daye pêş xwe. Bi nêrîna min di vê sîyasetê de berjewendîyên Kurdan tuneye, loma ev serdan ji Kurdan re çereserîyekê nayîne.”

Kiran îdia kir ku sîyaseteke ku Kurdan nagire pêş çavan, ne li Tirkîye û ne jî li Îranê ne pêkan e ku bi ser keve.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Salih Sêşemê gotibû ku Îraq ji nav pêvajoyeke nû derbaz dibe û hewil dide ku xwe di warê avahîsazî, ewlekarî û leşkerî de jinûve ava bike û li herêmê aramîyê derxîne pêş.

ED_05_29_2019_Berhem_Salih
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG