Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berlîn jiber Zêdebûna Pêketinên Nû yên Vîrusa Korona Tedbîran Jinûve Berfireh Dike


Berlîn ya paytexta Almanya dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve tedbîran ragihîne.

Li gor daxuyanîya Senatoya Berlînê, bar, restoran û mol dê di navbera 23:00 û 06:00 de girtî bin û ew sînordarkirin dê ji 10’ê Cotmehê heta 31’ê Cotmehê bidome.

Hevdîtinên li parkan dê qedexe be û dê di çalakîyan de ji malên cihê herî zêde 5 kes li hev kom bibin.

Îstasyonên benzînê dê vekirî bin û lê li wan deran firotana alkolê dê qedexe be.

Çar herêmên Berlînê ketine lîsta cîhên bi rîskên zêde ku ji kesên ji wan herêman derdikevin tê xwestin ku 14 rojan di karantînê de bimînin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya pirtir ji 307 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 9566 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG