Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tim Berners-Lee: Rewşa Înternetê Xirab E


Afrînerê ‘’www’’ (World Wide Web – Tora li Seranserê Cîhanê) Tim Berners-Lee dîyar kir nîvê cîhanê hîn înternet nas nekiriye.

Berners-Lee, di Hilcivîna Webê ya li Portekîzê bang li hikûmet û kompanîyan kir ku bo belavbûna înternetê berpirsîyan bigirin ser xwe.

Tim Berners-Lee da zanîn ku înternetê cîhan anîye qonaxeke pêşdetir, lê ew bi awayekî xirab jî tê karanîn.

Wî bi bîr xist ku li ser înternetên nûçeyên sexte belav dibin û bandora wê li ser binpêkirina nepenîbûna jîyana taybet û gurkirina djiberîya sîyasî heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî di Hilcivîna Webê de da zanîn ku NY hewil dide ku heta 2030’î înternet li seranserê cîhanê bi awayekî ewle were karanîn.

NY, ji 2016’an vir ve astengkirina înternetê wek binpêkirina mafên mirovan dihesibîne.

XS
SM
MD
LG