Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topxana Artêşa Tirkiyê Berwarî Bala Topbaran Dike


Herêma Berwarî Bala Û Topbarana Tirkiyê
Herêma Berwarî Bala Û Topbarana Tirkiyê

Artêşa Tirkiyê carek din gundê Hirorê yê devera Berwarî Bala topbarna kir, Hirorê gundek avedane û jiyana wan li ser dirametê çandin û bi xwedîkirina pez û ajela ye.

Piştî operasyonên Tirkiyê bo ser devera Heftenîn û zinara Kêste ev gunde tev keftin di bin metrsîyê de û rojane ji layê leşkerê Tirkiyê tê bombe kirin û çendîn bingehên nû yên leşkerê Tirkiyê li zinara Kêste û hindavî gundê Hirorê hatin danîn.

Leşkerê Tirkiyê bi rêya muxtarên gundan agehî dane welatiyan ji çarçûvê gund û aqarî derbaz nebin, gelek ji xelkê wan gundan ji neçarî pez û heywanên xwe firotine ji ber ku nikarin wan ji bo çerandinê bibin çiyan û herêmên dûrî gund.

Li şeva 4/5 ya vê meha Îlonê topxanên Tirkiyê gundê Hirorê bombe kir, 3 welatî ji yek mal bi egerê bordûmanê bê hiş diminin û wan di gehînin nexweşxanê bo çareseriyê.

Ji gundê Hirorê (Eyad Hirorî) bo dengê Amerîka axift û got, "Eve 4 mehinheyva pitire bordûmana deverê hemiyê tête kirn, dewrûberên Hirorê tête topbaran kirin, doh mexrib jî, topek bi nêzîkî malekê ketiye, navê xûdanê malê jî Hecî Ebdulla Hirorî ye, ew û jinka xwe û keça xwe ji ber topbaranê gêj bûne, ew topên Tirk di avaêjin hemî jehrawîne, madên kîmyawî yên tê de."

Di peywendîyek têlefonî de di gel rêveberê nahya Kanî Masê Serbest Sebrî derbarê bordûmanê bo dengê Amerîka axivî û got, "Diyar bû, di heman kat de, pêdawîstî bo hatine kirin li nexweşxana Rozane, li kanî Masê, hatine hewale kirin bo Hewarhatina Zaxo, niho wezê wan xweşbextane gelek başe."

ٍSebrî jerwiha got ,em çaverêyî rapora pizîşkane jiber ku eve haletekî pir kêm û degmene li deverê rûdide.

Cihê amajêye niha demê gehiştin û çinîna berhemên cotyarane li devera Berwarî Bala weke Sêv û Gûz û hemî rengên Fêkî û keskatiyê, lê taku razemendîya leşkerê Tirkiyê nehê wergirtin cotyar li gelek gundan nikarin berhemên xwe jêveken û biben bazarî ji bo firotinê.

Raporta Duhok 05 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

XS
SM
MD
LG