Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Mistefa: Kurdên Sûrîyê bi Demê re Dibin Yek

Li gorî agahdarî û nûçeyên vê dawîyê, çar partîyên siyasî û çend kordînasyonên ciwanan tevlî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê bibin, bi mebesta yekkirina hewldanên Kurdan dijî rejîma Serok Beşar El Esed.

Di vê derbarê de, Birêz Besam Mistefa, nivîskar û rojnamevanê li Hewlêrê rûniştî jibo Dengê Amerîkayê got, ev gaveke gelekî erênî ye jibo hemû Kurdan ku ber bi rîyeke hevbeş ve herin da ku paşeroja xwe di Sûrîyeke demokratîk de biparêzin.

Birêz Mistefa her wisa da zanîn pêwîst e Kurd soz û garantîyên ji alîyê opozîsyona Ereb ve bi awayekî nivîskî biçespînin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka "Guhdarî Kirin"a jorîn klîk bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG