Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Besîme Şen: Min Xwe bi Muzîka Kurdî Nas Kir


Jiber rewşa Kurdan ya ne aram û arîşeyên jîyanê û sedemên sîyasî, nifşekî mezin ji kesên jêhatî ji zarokên wan, ji kok û rehên xwe ve dûr ketine û zimanê bavûkalên xwe ji bîr kirine.

Lê, di bin bayê guhertinê de gelek ji wan hişyar bûn û xwedî li ziman û kelepora xwe derketine. Ew bi zanebûn nêzîkî zimanê xwe dibin ku Dr. Besîme Şen yek ji wan kesan e.

Dr. Şen li Entabê dayik bûye, lê bi xwe eslê xwe ji Albistana, Mereşê ye.

Di bin bandora malbata xwe de, Dr. Şen xwendina xwe ya bilind li Stenbolê qedand û teza doktora xwe li ser bingeha avasazîya bajaran û şehristanîyê wergirt.

Bi biryareke hişyar, wê dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kir û niha hewildanê dike ku lêkolîn û pirtûkan bi zimanê xwe yê dayikê binivîse.

Muzîk û huner her dem bala Dr. Şen dikşand û wê li gor xwendina wê ya akademîk fem kir ku huner jibo avakirina bajar û civata şehristaniyê tiştekî pir girîng e .

Loma, Dr. Şen pirtûkek li ser serborîya hunermend Nîzamettîn Arîç nivîsî û ew pirtûka bi zimanê Tirkî ji alîyê Weşanxaneya Avesta li Stenbolê hat weşandin.

Dr. Şen li welatên Ewrûpî bi dehan caran beşdarî semener û panelên çandî bûye û lêkolîn, gotarên akademîk li malper û kovaran belav kirine.

Ew niha li Zanîgeha Mîmar Sînan ya Stenbolê mamostatî dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:08 0:00

XS
SM
MD
LG