Berbijara bajarvanîya Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş got ku di hilbijartinên 2019’an de berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu bi saya wan bi ser ketiye.
Beştaş di hevpeyvîneke taybet ya T24 de dîyar kir ku herkes dizane ku di serketina Îmamoglu de para piştgirîya Kurdên li Stenbolê heye.
‘’Îmamoglu sala 2019’an bi xêra me bi ser ket. Lê, Îmamoglu dema li 50 bajarvanîyên me qayum hatin danîn, li hember wê rewişê çend gotin kirin?’’
Wê got ku Îmamoglu bi tenê berî qayum werin erkdar kirin serdana Bajarvanê Amedê yê wê demê Selçuk Mizrakli kiriye, portreya Mustafa Kemal Ataturk daye wî û wekî din jî tiştek nekiriye.
Beştaş dîyar kir ku gava mijar dibe meseleya Kurdan desthilat û rikeberî bi heman retorîkê diaxifin.
Berbijara bajarvanîya DEM Partî got ku xêncî çapemenîya desthilatê, medyayên ku piştgirî didin Îmamoglu jî dijî wan bi zimanekî êrîşkar dipeyîvin.
Wê dîyar kir ku CHP’ê helwesta xwe ya li hember wan neguherandiye û li bajarên girîng kesên dijî wan jinûve kirine berbijar.
Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
DEM Partî li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi berbijarên xwe dikeve hilbijartinên 31’ê Adarê ya 2024’an.
Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin wê helwesta berbijarên DEM Partî li bajarên mezin jibo encaman dîyarker bin.
Jêder: T24