Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beştaş: Li Stenbolê bi Mîlyonan Dengên Me Hene, Loma Wê Berbijarên Me Hebin


Şûngira Serokê Partîya Çep ya Kesk Meral Daniş Beştaş ser hazirîyên jibo hilbijartinên herêmî axifî.

Beştaş di preskonferaseke li parlamana Tirkîyê de got ku jibo ew berbijarên xwe derxin, ne hewce ye ku ew biryarekê bistînin.

‘’Jibo çi em berbijarên xwe dernexin? Em partîyek in, îdiayên me mezin in, em li navenda muxalefetê ne. Emê li Tirkîyê opozîsyona demokratîk heta dawîyê bilind bikin. Ti rewşeke me ya ser dernexistina berbijaran tune.’’

Wê got ku ew li Stenbolê bi mîlyonan û li Enqerê jî bi sed hezaran dengan distînin û jiber girînîya hilbijartinan ewê berbijarên xwe derxin.

Beştaş dîyar kir wan niha bala xwe daye ser kongre û konferansê xwe û ew xebatên xwe didomînin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinên Gulanê û jiber encaman dijî her du partîyan nerazîbûn çêbûbû.

Sîyastvanên HDP’ê dibêjin jiber ku wan di hilbijartinên serokomarîyê de berbijarê xwe dernexistiye, ew ketine xeteke şaş.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî hilbijartinan gotibû ku wî xwestiye ku bibe berbijar, lê rêvebirîya partîyê guh nedaye pêşnîyara wî.

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di rojên borî de gotibû ku wan xwestiye ku Gultan Kişanak bibe berbijar, lê daxwaza wan hatiye red kirin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dabûn berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu, lê ew bi ser neketibû.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG