Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Li Bajaorkê Beled 13 Kes Hatin Kuştin


Serê sibeya roja Înê li bajarokê Beled li bakurê paytexta Îraqê Bexda, êrîşeke çekdarî pêkhat di encam de, 13 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.

Berpirsên Îraqî dan xûyakirin ku, nîvşev grupeke pêkhatî ji sê çekdaran pêşî bi çekên otomatîk êrîş birye ser Qehwexaneka qelebalix li bajarokê Beled 80 kîlometran li bakûrê Bexda û gulle berdane ser kesên di qehwexanê de, şûn de du çekdarên xwekuj tevî êlekên bombekirî, xwe peqand di nava kesên di qehwexanê de.

Wek tê zanîn bajarê Bexda, paytexta îraqê ev du rojin rastî pêlên êrîşên xûnawî tê, pîştî çend êrîş li herêma Sedir ku, piraniya xwecihên wê Şiî mezhebin, li paytext Bexda pêkhatîn û di encama van êrîşan de nêzîkî 100 kesan jiyana xwe jidest dan.

Derheqa êrîşa bajarokê Beled hêj hîç aliyekî bi şêweke fermî negirtiye ser xwe, lê di êrîşan li îraqê di qewimin, hertim Dewleta Îslamî (Daiş) tawanbar tê dîtin.

XS
SM
MD
LG