Roja sêşemê li Bexda paytexta îraqê sê êrîşên xwekujî hatin encam dan, êrîşa herî bihêz li taxê Şaab yê bakûrê bexda bû ku, têde 28 kes hatine kuştin, Daişê got wan ew êrîş encam daye.
Ajansa Associated Press, ragihand ku li bazarekî vekirî yê taxê Şaab ku, piraniya xelkê wê herêmê kesên Şiia mezhebin, li rexê cadê pêşiyê bombek hat peqandin, dema ku xelk li hewara qurbaniyan diçin, kesekî xwekuj di nava gel de xwe peqandiye 28 kes hatine kuştin û nêzîkî 65 kes birîndar bûne.
Weke ajansa AP dibêje di daxuyaniyekê de, di tora Internêtê de Dewleta Îslamî (Daiş)ê ev êrşî girtiye ser xwe, lê AP dibêje ew nikarîne ji daxuyaniyê piştras bibin.
Berpirsên ewlekariya Îraqê dan xuaykirin ku, serê sibeya roja sêşemê, li herêma Dore li başûrê Bexda dîsan trombêleke bombekirî li dij bazarekê vekirî yê sewzewatê peqiye û bi kêmî 5 kes mirine.
Herweha peqînek din li herêma Sedir ya paytext Bexda pêkhatiye, di encama vê êrîşê de 14 kes hatine kuştin.
Wek tê zanîn di navbera heftiyekê de zincîreke peqînan li paytext Bexda pêkhatin, piranî li wan herêman pêkhatin, yên xwecihên wan Şîia mezheb in, di êrîşên heftiyê de, 140 kes hatine kuştin.