Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere Bersiva Bexda Dide Ya li Dij Bombebarana Nav Axa Îraqê


Wezareta derve ya Tirkiyê îro Şemiyê ragihand ku, hêzên wan dê berdewam bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê yên li bakurê Îraqê bombebaran bikin.

Bersivdana Enqerê wî çaxî hat piştî ku, doh Îraqê balyozê Tirkiyê li Bexda bi şêweke fermî bang kir bû û nerazîbûn li hember êrîşa esmanî ya Tirkiyê ya li ser axa Îraqê nîşan dabû û ji Tirkiyê ra got bû ku, êrîşên wan jiyan sivîlan dixin di metirsiyê de.

Doh roja Înê leşkerê Tirkiyê di daxûyanioyekê de got bû, di êrîşa esmanî de bo ser bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK`ê 8 çekar hatine kuştin, lê raporên ji herêma bûyerê dabûn zanîn ku di êrîşên esmanî yên ser kampa Maxmûr û Şengalê de çend kesên sivîl hatine kuştin di nava kuştiyan de jinek 73 salî hebû.

Ji encama wê êrîşê Bexda bangî Balyozê Tirkiyê kirbû.

Ji hejî bîrxistinê ye ku zêdetirî 30 salane Partiya Karkerên Kurdistan PKK şerî li dij Tikiyê bo bidest xistina mafên Kurdan daye destpêkirin, Tirkiye berdewam herêmên li bakurê Îraqê bi behaneya hebûn bingehên PKK bombebaran dike.

XS
SM
MD
LG