Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Bexda de 11 kes Jiyana Xwe Jidest Didin


Roja duşemê li bajarê Bexda li du herêmên cuda yên paytexta Îraqê li herêma Al- Amil û herêma Meştel êrîşên xwekujî li dij xelkê Şia pêkhatin, di encama van peqînan de 11 kesên sivîl hatin kuştin û zêdetirî 40 kes birîndar bûn.

Ajansa Reuters îro duşemê li gur çavkaniyên polîs û nexoşxanan ji Bexda ragihand ku, li herêma Al-Amil li başûrê Bexda kesekî xwekuj bi êlekê bombekirî xwe teqand di encama de 6 kes hatin kuştin û zêdetirî 25 kes birîndar bûn.

Herweha li herêma Meştel ku piraniya xwecihên wê Şia mezhebin, êrîşek din pêkhat, di encama vê êrîşê de 5 kes hatin kuştin û 18 kes jî, birîndar bûn.

Dewleta Îslamê DAIŞ ê berpirsyariya xwe ya van êrîşan ragihand yên li dij xelkê Şia li bîranîna kuştina Îmam Alî pêkhatîn.

XS
SM
MD
LG