Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda bi Du Peqînên Xwwekujî Hejîya, bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Polîsên Îraqî dibêjin, di du êrîşên xwekujî yên otomobîlî de, herî kêm 27 kes îro Pêncşemê li Bexda hatine kuştin.

Bomba yekê kolaneke bazirganîyê, li rojhilata Bexda kire armanc û 15 sîvîl di wê peqînê de hatin kuştin, 35 kesên din jî birîndar bûn.

Di peqîna din de, sekenokeke otobusan ya nêzîkî bingeheke leşkerî ya mezin li bakurê Bexda hate armanc kirin. Di wê êrîşê de jî, bi kêmî ve 12 kes hatine kuştin, 28 kesên din jî birîndar bûn.

Dewleta Îslamê (DAIŞ) wekî hemî êrîşên xwekujî yên berê, berpirsîya her du êrîşan jî rakir ser xwe, tevî ku jêderên serbixwe hîn ew îdia pişûtrast nekiriye.

XS
SM
MD
LG