Lînkên eksesibilîtî

Di Cot Peqînan de 14 Kes li Bexda Hatin Kuştin


Reuters'ê ragihand ku li Bexda ya paytaxta Îraqê bi şev dereng, bi peqîna du wesayîtên bombebarkirî herî kêm 14 kes hatin kuştin û 50 yên din jî birîndar bûn.

DAIŞ'ê berpirsîya peqîna yekê ya li taxa Karrada girt ser xwe ku di wê de bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.

Piştî çend demjimêr, li nêzî avahîya hikûmetê ya li taxa Karkê bombeyek peqîya ku 1 kes hat kuştin û 12 jî birîndar bûn. Berpirsîya vê peqînê ti rêxistinê negirt ser xwe.

Her du peqîn di wexteke ku Misilmanên Bexda jibo Ramazanê li derve dixwar-vedixwar û jibo roja din kirîn-firotan dikirin pêk hatin.

Di Tebaxa 2016'an de jî li Karrada, di peqîna qamyoneke bombebarkirî de herî kêm 324 kes hatibûn kuştin ku ji 2003'an vir ve hejmara herî zêde ya kuştîyan ya wê peqînê ye.

XS
SM
MD
LG