Lînkên eksesibilîtî

Medya Hîzbullah Îdia Dike ku Bexdadî li Elbû Kemal Hatiye Dîtin


Rojnameyeke nêzî Hîzbullah îro Înê ragihand ku rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî, di dema êrîşên artêşa Sûrî de li bajarokê Sûrî ya Elbû Kemal hatiye dîtin.

Li gor Reuters'ê nûçeya ku ji hêla ajansa nûçevanî ya Hîzbullahê hate weşandin, zelal nekir ku Bexdadî haiye desteser kirin yan ne.

Artêşa Sûrî roja Pêncşemê serketina xwe li hember DAIŞ’ê ragihandibû û bajarokê Elbû Kemal xistibû bin kontrola xwe.

“Rizgarkirina Elbû Kemal, ku bajarokekî li ser tixubê Îraqê û cîhê dawî ya di destê DAIŞ’ê ye, hilweşîna projeya rêxistina terorîst nîşan dide,” daxuyanîya artêşê gotibû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG