Roja Şemiyê, tomarên vîdyoyî yên kurt nîşa dan, ku leşkerên artêşa Lubnanî gaza rondikrêj avêtin ser alîgirên Hizbullahê, da ku wan belav bikin dema ku li ser rêya balafirgeha Beyrûtê xwenîşandan dikirin.
Desthilatdarên Lubnanî berî niha girtina zêdetir ji 25 kesan ragihandibû, rojekê piştî ku 2 efserên Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê birîndar bûbûn, dema ku konvoya wan li ser rêya sereke ya Firîngeha Beyrûtê derbas dibû û alîgirên Hizbullahê rê li wan girtbûn û êrîş pêkanî bûn.
Dîmenên ku di medya civakî de hatin weşandin qebareyê kaosê ya li ser rêya balafirgeha Beyrûtê ji aliyê alîgirên Hizbullahê ve nîşa didin.
Herwiha di hin dîmenên ku roja Înê hatin belavkirin de nîşan didin ku xwenîşanderan, hin ji wan bi maske û alayên Hizbullahê hildan, êrîşî zilamekî bi kincên leşkerî û yê din jî bi cilên sivîl li nêzîkî otombîleke şewitî ya UNIFIL dikin.
Endamên Hizbullahê pişt re bi gotina “Peyam giha armanca xwe” çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ser rêya Balafirgeha Beyrûtê bi dawî anîn.
Ji hejî bîrxistinê ye ku "Karbidestên firokxaneyê daxwaznamek ji Wezareta Karûbarên Giştî û Veguhastinê wergirt ku daxwaz dike ji hêla esmanî ya Mahan Air re were agihdar kirin ku firokxane pêşwaziyê li geştên wan yên ji Îranê neke, ku çaverê bû geşta yekê êvara Pêncşemê û ya din ji bo Înê bo Beyrûtê bû."