Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Beyrutê de 27 Kes Hatine Kuştin, bi Sedan Kes ji Birîndar Bûne


Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Hasan Hamad ragihand ku di peqînên hêzdar yên paytext Beyrutê de heta niha 27 kes hatine kuştin.

Hamada da zanîn ku di du peqînan de herwiha dora 2,500 kesên din jî birîndar bûne.

Dîmenên ku di medya civakî de belav bûne, nîşan didin ku bi taybetî peqîna duyê pir gelek bi hêz çêbûye û gogeke agirîn li esmanê bilind bûye û tevahîya Beyrutê hejandiye.

Hevdem, Îsraîlê red kir ku peqîn di encama êrîşekê wê de çêbûye.

“Ti peywendîya Îsraîlî bi peqînên li Beyrutê tuneye,” karbidestekî ku nexwest navê wî eşkere be, ji AP re got.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi jî ji televîzyona N12 ya Îsraîlî re got ku îhtîmaleke mezin e ku peqîn bi xeletî, di encama şewatekê de derketiye.

XS
SM
MD
LG