Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Girêdayî Peqîna Hêzdar 16 Kesan Desteser Dike


Ajansa nûçeyan ya Lubnanê, NNA ragihand ku ser peqîna li Bendera Beyrutê 16 kes hatine desteser kirin.

NNA ji zarê Dadgerê Dadgeha Leşkerî ya Lubnanê Fadî Akîkî dîyar kir ku bo lêpirsîna peqînê 18 kes îfade daye ku di nav wan de berpirsên ji rêvebirîya Bendera Beyrutê û karbidestên gumrukê jî hene.

Wê ajansê neda zanîn ku kesên hatine desteser kirin bi kîjan sûcan têne tawanbar kirin.

“Em hewil didin ku hemî hûrgilîyên ser peqînan bi dest bixin. Bakurê Bendera Beyrutê heta lêpirsîn temam dibe dê girtî bimîne,” Akîkî got.

Wî da zanîn ku berpirsên kontrolkirina benderê, artêş û karbidestên ewlekarîya navxweyî ne.

Karbidestên Lubnanê dibêjin ku peqîn jiber 2750 ton amonyumnîtrata li nava gemîyekê çêbûye.

Li gor daxuyanîyên karbidestan, ew keştîya bi ala Moldova, di sala 2013’an de ji Gurcistanê diçûye Mozambîkê û jiber ku di rê de xirabe bûye li Bendera Beyrutê sekinîye.

Agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Lubnanê raber dikin ku di peqînê de 149 kes jîyanên xwe ji dest dane û bi kêmî ve 5000 kesên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG