Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Hale Serdana Cihê Peqîna Beyrutê Dike


Roja Şemiyê Amerîka daxwaza lêkolînek zelal û bibawerî kir, ya derbarê peqîna 4ê Tebaxê li derbenda Beyrut, ku bibû sedema mirina 172 kesan û birîndar bûna 6000 kesan, wêrankariyek mezin li paytext Beyrut û bê mal û hal mana nêzî 300,000 kesan.

David Hale, wekîlê wezareta derve ya Amerîka jibo pirsên siyasî, îro Şemiyê bi serdanekê çû cihê peqîna li Beyrut û got "Em ti çarî nikarîn vegerin serdema ku her tişt li derbendê û li ser sînorên Lubnanê diqewimî, yên ku beşdarî di xulqandina vê rewşê da kirine."

Hale amje bi wê yekê da ku dê endamên lêkolerên Fedral "FBI" li ser daxwaza Lubnanê di çend rojan bihên da, dê hên Beyrut da ku alîkariyê bikin jibo ku bi dirustî bizanin bûyer çawan pêkhatiye û sedema peqînê çi ye.

Peqîn bû sedema hêrisbûna gelê Lubnanê li dij desteya desthilatdar û rexenyên tund li wan dikin jiber têkçûna rewşa aborî û malî ku pere kêm bûye û xelk nikarin pereyên xwe ji bankan bikişînin.

Hin Lubnanî ji şiyanên desthilatê bi goman in ku bikar in lêkolînek ji hejî bikin û lewran daxwaza alîkariya welatên biyanî dikin.

Li gur Reuters'ê Karsaz Jimî Askender dibêje"Me bawerî bi hikûmetê nîne, dê derewan li me bikin, pêwîste komîteke navnetewî bû lêkolînan bihê ava kirin".

Serokê Lubnanê Michel Awn gotbû, lêkolîn dê lêgerînan bikin kanê sedema peqînê çi bûye, kanê bêxemî, qeza û qeder, yan jî "destxistina derekî bû."

Karmendê Bûyaxkirinê ku navê wî Mihemed Xizir e, dema ku di rêsturantekê da ku zirar ji ji peqîna dîtiye karê bûyaxkirinê dikir got"tiştek nayê kirin bo lêkolînan, û her kes vê dizane".

Hizbullaha Lubnanê ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanî kirin û Amerîka ew xistiye di lîsta rêxistinên terorîst da. Rojê Înê gotiye, ew dê li benda lêkolînên fermî yên Lubnanê yên derbarê peqînê bimînin.

Rêberê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah di peyveka televizyonî da roja Înê gotbû eger ku lêkolînan eşkere kir ku Îsraîl li pişt peqînê ye, ewê wî çaxî buhayekê giran bidin.

Lê Îsraîlê her tim red kirîye ku destê wan ligel peqîna Beyrutê ya 4ê Tebaxê hebe.

XS
SM
MD
LG