Stranbêjê Kurd Beytocan ku 68 salî bû îro Seşême li Swêdê jîyana xwe ji dest da.
Hunermend Beytocan, ku navê wî yê fermî Beytullah Gunerî ye, 32 sal bûn li Swedê dijîya û demeke dirêj jiber nexweşîya penceşêrê dihat derman kirin.
Malbata hunermendê 68 salî ragihand ku Beytocan îro serê sibê di saet 05:30’an de li Stockholmê li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.
Berîya demeke çena hunermendê navdar hatibû jêkirin û parçeyeke ji lingê wî lê hatibû cîh kirin, loma wî di demên dawî bî zahmetî diaxifî.
Di du salên dawî de ser medya civakî li ser mirina Beytocan gelek ragihandinên sexte derketibûn.
Herî dawî, birayê Beytocan yê bi navê Adarcan di 3’yê Tebaxa 2023’an de ji Dengê Amerîka re gotibû ku ew wek malbat jiber parvekirinên derewîn yên ser mirina hunermend pir xemgîn û bêzar bûne.
Beytocan di 1955’an de li bajarokê Farqînê ya Amedê ji dayik bûbû, piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê li wî hatibû birîn.
Ew 6.5 sal li girtîgehê mabû û di sala 1987’an de hatibû berdan.
Beytocan di sala 1990'an de berhema xwe ya yekê ya bi navê “Yan Mirin yan Dîyarbekir” derxistibû ku li i Tirkiyeyê hatibû qedexe kirin.
Lê, salekê şûnda di 1991'an de jiber givaştinên sîyasî, Beytocan neçar ma ku koçî Swêdê bike û li sirgûnê jîyana xwe bidomîne.
Beytocan 4 albûmên bi navên "Yan mirin Yan Dîyarbekir", "Te Nadin Min", "Bîst û Yekê Adarê", "Êtûna Dilê Min" weşandine.
Ragihandina koça dawî ya Beytocan di nava hunermendên Kurd de bû sedema xemgînîyeke mezin.
Ciwan Haco û hunermend, sazîyên hunerî, sîyasetvan û hezkirên Beytocan bi parvekirina sitranên wî li ser medya civakî xemgînîya xwe anîn ziman.
Sitranbêjê Kurd ku bi hesreta welatê xwe koça dawî kir di hevpeyvîneke de ser jîyana li sirgûnîyê gotibû ku bêwelatî tiştekî pir zor e.
“Ez ji welatê xwe nerevîm, zor li min kirin. Hevalê min Ahmet Kaya jî nerevî, zor li wî jî kirin. Ger wiha neba, wekî din, çima kes wê ji welatê xwe birevin?"