Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlyarder Jeff Bezos jî Rêwîtîya Fezayê Pêk Anî


Jeff Bezos xwedîyê kompanîya Amazonê û kesê herî dewlemend yê cîhanê îro Sêşemê piştî firîna bi 10 deqîqeyan ya li valahîya esman,bi ewlehî vegerî ser rûyê erdê.

Wî ev rewîtîya bi meşîna xwe ya esman ya bi navê Blue Origin's New Shepard, pêk anî.

Bezos piştî daketina nêzî herema Van Horn ya li eyaleta Teksas got ku ev roja herî baş ya jîyana wî ye.

Wî îro ji heremeke li çola ya li eyaleta Teksasê dest bi firîna xwe kir. Bezos bû mîlyarderê duyê ku di vê mehê bi derfetên xwe yên darayî rêwîtîya li fezayê kiriye.

XS
SM
MD
LG