Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Almanî Dibêje Pirtir ji 10 Hezar Selefîyên Tundrê li Wî Welatî Hene


Wezîrê Navxweyî yê Almanî Thomas de Maiziere (çep) û Serokê BfV Hans-George Maassen
Wezîrê Navxweyî yê Almanî Thomas de Maiziere (çep) û Serokê BfV Hans-George Maassen

Ajansa Nûçeyan ya Alman (DPA) ji zarê Sazîya Berevanîya Qanûna Bîngehîn (BfV), ku sazîya îstixbaratê ya navxweyî ye, da zanîn ku hejmara Selefîyên tundrê li Almanya giheştîye 10,300 kes.

Îstixbarata Navxweyî ya Almanya dîyar kir ku di sala 2011’an de 3800 Selefî hatine tespît kirin, ew hejmar di sala 2015’an de bûye 8300 û di Hezîrana 2017’an de jî 10,000 derbaz kiriye.

Hêzên ewlekarîya Almanya didin zanîn ku Selefî, ku Îslamê bi awayekî konservatif şîrove dikin, terorîzmê gurtir dikin.

Li gor raportên îstixbaratê, li Almanya 24,000 oldarên tundrê hene. Hêzên ewlekarîyê dîyar dikin ku di nav wan de jimareke kesên metirsîdar hene.

Îstixbarat dide zanîn ku 800 kes di koma ‘’terorîstên Îslamî’’ de ne û ji wan 700 kes dikarin her kelîyê çalakîyên terorî li dar xînin. Di nav vê komê de, kesên ku ji herêmên cengê vegerîne Almanya jî hene.

Îstixbarata Navxweyî ya Almanya bi raportekê ragihandibû ku di salên dawî de 940 Îslamîyên tundrê, bo ku tevlî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bibin çûne Îraq û Sûrîyê.

Li gor daneyên Sazîya Berevanîya Qanûna Bingehîn yek ji sêyê kesên ku tevlî DAIŞ’ê bûne vegerîn Almanya û 147 kes jî li Îraq û Sûrîyê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG