Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin

Termên jimareka qurbaniyên roja Sêşembî, 18 meha 1, 2011.
Termên jimareka qurbaniyên roja Sêşembî, 18 meha 1, 2011.

Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema hêrişeka xwekujî li nêzîkî bingehekê polîsî li Tikrîtê roja Sêşembî, 50 kes hatin kuştin.

Di wê hêrişê de, ku li bajerokê dîktatorê berê Seddam Hûsên hat kirin, her wiha bi kêmî ve 150 kesên dî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, bi kêmî ve 100 kes li pêş bingehê polîsê bibûn da ku bibin endam di hêzên parastina Îraqî de.

Roja Duşembî, hêrişek li dijî fermandarê parêzgeha Enbarê hat kirin. Fermandar rizgar bû, belê şeş kesên din birîndar bûn.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê teqîna Tikrîtê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Emîr Goran li Musil.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG