Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Sûrî Xwepêşandanên Xwe Didomînin


Tora Nûçeyan ya Şaam ev wêne weşand ku xwepêşanderên li Hamayê nîşan dide. Tebax, 5, 2011
Tora Nûçeyan ya Şaam ev wêne weşand ku xwepêşanderên li Hamayê nîşan dide. Tebax, 5, 2011

Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî, di xwepêşandanên girseyî yên îro Înîyê de teqe li xwenîşanderên dijî hikûmetê dikin.

Dîdevan û bizavkar dibêjin, herî kêm 15 kes hatine kuştin, piştî ku hêzên ewlekarîyê li dijî xwenîşanderan gazên rondikrêj û guleyên rastîn kar anîn.

Raportên medyayê dibêjin, piranîya kuştinan li nêzîkî paytaxt Şamê qewimîn ku bi hezaran kes piştî nimêja Înîyê rijîn kuçe û kolanan.

Xwepêşandarên dijî Serok Beşar Esed li bajarên wek Dara'a, Der El Zour û Qamişlo jî têne kirin.

Bi alîyekî din ve, reaksîyonên dijî hikûmeta Sûrî jî zêdetir dibin. Pisporên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî îro Înîyê bi daxuyanîyeke nivîskî xwest ku rejîma Sûrî kuştinan rawestîne dest bi dîyaloga aştîyane bike.

XS
SM
MD
LG