Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Kes li Erdhejîna Çînê Hatin Kuştin


Karmendên biharîçûnê li bin avahiyên heriftî li dû qurbaniyan digerin, piştî erdhejîna vê heftiyê ku bû sedema mirina 617 kesan û bê mal mana bi hizaran kesan.

Bi kêmî ve 10,000 kes birîndar bûn û 300 kes bê ser û şîn in piştî erdhejîna bi hêza 6.9 li roja Çarşembî.

Bi deyan mal û xandingeh li herêma Jinghay wêran bûn, rêkên hatin û çûnê ji nav çûn û hêlên telefon û eliktirîkê qetiyan. Ajansa fermî ya Jînhwa ya Çînî ragehand ku 66 xwendevan û 10 mamosta li erdhejînê hatin kuştin.

Hikûmeta Çînê nêzîkî 5-hizar serbaz û karmendên saxlemî hinartin cihê erdhejînê.

XS
SM
MD
LG