Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Komkujiyeke Nû li Sûriyê, 200 Kes Hatin Kuştin


Li gor çalakvanan, leşkerên rejîma Sûrî bi sedan kes li bajarekê nêzîkî Şamê kuştin.

Çalakvan dibêjin, 200 kes li bajarê Darîya hatin kuştin ku li başûrê rojhilata paytexta Sûriyê ye.

Ajansa nûçeyên SANA ya ser bi rejîma Sûrî ragihand ku Darîya “ji paşmayên teroristan hate pakijkirin”.

Êrîşa Darîya beşek e li operasyona artêşa rejîmê jibo kontrolkirina derdora paytextê.
XS
SM
MD
LG