Hêrişberekê xwekuj li Rûsya hêriş kire ser bingehekê polîsî li Komara Înguşetiya li Qefqaza Bakûr û bi kêmî ve du polîs hatin kuştin.
Wezareta derve ya Rûsî ragehand ku ew hêriş li bajerokê Karabulak, li bakûra Magas a paytexta Înguştiya hat encam dan.
Karbidest dibêjin demekê kurt piştî hêrişa xwekujî, bombeka dî li dervey bingehê polîsî hat peqandin, belê çi ziyanên giyanî nebûn.
Li heftiya bûrî, bi kêmî ve 50 kes li hêrişên xwekujî li Moskow û herêma Qefqaza Bakûr ya zorîne Musilman hatin kuştin.